Javascript must be enabled to continue!
Bandora Kenalên asimanî yên Kurdî Liser hevnizîkirina zaravayên zimanê Kurdî (TRT Kurdî - Sahar kurdish - Rudaw)
View through CrossRef
Zimanê kurdî jî bêpar nîn e ji wê dabeşbûna zaravayî ku bi ser her zimanekî zindî de hatîye. Ev yek jî vedigere bo berfirehîya wê herêmê ku kurd li ser niştecih in. Siruşta herêmê, ku bi piranî herêmeke çîyayî ye, bûye asteng li ber peywendî û çûn û hatinê di navbera wan de. Her wiha ji ber bandora wê dabeşbûna sîyasî ya ku bi ser herêmê de hatîye, zaravayên cuda cuda jê derketine û ev zarava bi şêweyekî berbiçav bûne sedema pêşveçûna zimanê kurdî.
Li ber ronahîya dahûrandina peywendîya navbera medya û zimên, em dibînin ku li gorî têgihîştina medyayê bo amrazên medyayê, ziman amrazeke peywendîyê nîn e. Berevajî vê yekê, peywendîkirin yek ji erkên ziman e. Ji ber ku em nikarin karê zimên bi çarçoveyeke peywendîkirin yan tenê derbirîna ramanan kurt bikin. Lê belê pêwîst e nêrîna me bo ziman ew be ku karekî civakî ye û yek ji karên wî peywendîkirin e, ango peywendîkirina bi rêya dezgehên medyayê.
Bi şêweyekî giştî medya çalakîya wan peywendîyan li xwe digire ku armanca wê gihandina rastîyê û nûçeyên rast e bo cemawerê li ser bûyer û babetan. Encama wê jî afirandina bilindtirîn pileya hişyarî û zanyarîyê ye li cem wan kesan ku ji medyayê bandorê digirin, bi taybetî ji hêla zimanî ve ku li vir mebesta me ye.
Nexwe çêdibe ku em bêjin peywendîyek di navbera ziman û medyayê de heye. Ev peywendî li ser wekhevî û xeteke hevterîb naçe, ango her du alî merc nîn e ku bi heman pile bandorê li hevdu bikin. Ji ber ku ragihandin alîyê bihêztir e, lewma li gorî bandora ziman li ser medyayê bandora medyayê li ser ziman di asteke bilindtir de ye.
Niha kanalên asimanî wek girîngtirîn amrazên peywendîya cemawerî (mass communication) tên qebûlkirin û tu malek bêpar nîn e ji bandora vê amrazê. Ev yek wê mesafeya bandorê zelal dike ku kanalên asimanî ew çêkirîye.
Li gel serhildana dahênana her amraz û cureyeke medyayê, ji rojnameyê bigire heta îro ya ku jê re tê gotin medyaya nû û medyaya civakî, bandora wan li ser ziman hebûye û bûne amrazine girîng ji bo geşepêdana ziman û dewlemendkirina wî. Hetta gihîştîye wê astê ku pêşveçûna ziman û çandê bi rêya amraz û cureyên medyayê sînorên xwe derbas bikin, bi şêweyekî ku ne tenê di nav zaravayên cîyawaz ên zimanekî de, her wiha di navbera zimanên cîyawaz de jî cureyeke aşinabûnê çêkin. Belgeya vê yekê jî cîhanîbûna hin terman e ku di gelek zimanên zindî de jî heman wateyê didin. Lewma jî li gorî hin kesan, bi hatina medyaya nû, bi taybetî bi serhildana înternetê, rol û bandora medyaya nerîtî (traditional) kêm bûye. Li hember vê jî, li gorî hin kesan, televîzyon û radyo hîna amrazên girîng û karîger ên ragihandinê ne.
Title: Bandora Kenalên asimanî yên Kurdî Liser hevnizîkirina zaravayên zimanê Kurdî (TRT Kurdî - Sahar kurdish - Rudaw)
Description:
Zimanê kurdî jî bêpar nîn e ji wê dabeşbûna zaravayî ku bi ser her zimanekî zindî de hatîye.
Ev yek jî vedigere bo berfirehîya wê herêmê ku kurd li ser niştecih in.
Siruşta herêmê, ku bi piranî herêmeke çîyayî ye, bûye asteng li ber peywendî û çûn û hatinê di navbera wan de.
Her wiha ji ber bandora wê dabeşbûna sîyasî ya ku bi ser herêmê de hatîye, zaravayên cuda cuda jê derketine û ev zarava bi şêweyekî berbiçav bûne sedema pêşveçûna zimanê kurdî.
Li ber ronahîya dahûrandina peywendîya navbera medya û zimên, em dibînin ku li gorî têgihîştina medyayê bo amrazên medyayê, ziman amrazeke peywendîyê nîn e.
Berevajî vê yekê, peywendîkirin yek ji erkên ziman e.
Ji ber ku em nikarin karê zimên bi çarçoveyeke peywendîkirin yan tenê derbirîna ramanan kurt bikin.
Lê belê pêwîst e nêrîna me bo ziman ew be ku karekî civakî ye û yek ji karên wî peywendîkirin e, ango peywendîkirina bi rêya dezgehên medyayê.
Bi şêweyekî giştî medya çalakîya wan peywendîyan li xwe digire ku armanca wê gihandina rastîyê û nûçeyên rast e bo cemawerê li ser bûyer û babetan.
Encama wê jî afirandina bilindtirîn pileya hişyarî û zanyarîyê ye li cem wan kesan ku ji medyayê bandorê digirin, bi taybetî ji hêla zimanî ve ku li vir mebesta me ye.
Nexwe çêdibe ku em bêjin peywendîyek di navbera ziman û medyayê de heye.
Ev peywendî li ser wekhevî û xeteke hevterîb naçe, ango her du alî merc nîn e ku bi heman pile bandorê li hevdu bikin.
Ji ber ku ragihandin alîyê bihêztir e, lewma li gorî bandora ziman li ser medyayê bandora medyayê li ser ziman di asteke bilindtir de ye.
Niha kanalên asimanî wek girîngtirîn amrazên peywendîya cemawerî (mass communication) tên qebûlkirin û tu malek bêpar nîn e ji bandora vê amrazê.
Ev yek wê mesafeya bandorê zelal dike ku kanalên asimanî ew çêkirîye.
Li gel serhildana dahênana her amraz û cureyeke medyayê, ji rojnameyê bigire heta îro ya ku jê re tê gotin medyaya nû û medyaya civakî, bandora wan li ser ziman hebûye û bûne amrazine girîng ji bo geşepêdana ziman û dewlemendkirina wî.
Hetta gihîştîye wê astê ku pêşveçûna ziman û çandê bi rêya amraz û cureyên medyayê sînorên xwe derbas bikin, bi şêweyekî ku ne tenê di nav zaravayên cîyawaz ên zimanekî de, her wiha di navbera zimanên cîyawaz de jî cureyeke aşinabûnê çêkin.
Belgeya vê yekê jî cîhanîbûna hin terman e ku di gelek zimanên zindî de jî heman wateyê didin.
Lewma jî li gorî hin kesan, bi hatina medyaya nû, bi taybetî bi serhildana înternetê, rol û bandora medyaya nerîtî (traditional) kêm bûye.
Li hember vê jî, li gorî hin kesan, televîzyon û radyo hîna amrazên girîng û karîger ên ragihandinê ne.
Related Results
SU‐FF‐T‐458: Complementing Targeted Radionuclide Therapy with External Beam Radiotherapy: Planning Study
SU‐FF‐T‐458: Complementing Targeted Radionuclide Therapy with External Beam Radiotherapy: Planning Study
Purpose: Combining intensity modulated radiotherapy (IMRT) with targeted radionuclide therapy (TRT) can reduce local radiation toxicity. TRT systemically distributes the toxicity b...
Kodguherîn di Peywenda Duzimaniyê da: Mînaka Kurmanciya Îdirê
Kodguherîn di Peywenda Duzimaniyê da: Mînaka Kurmanciya Îdirê
Di erdnîgarîyên pirneteweyî da, têkilîyên mirovî dibin sedem ku komên etnîkî yên cihêreng di warê zimên da bandorê li hev bikin. Li Îdirê, hem ji ber ku kurd û tirk di nav hev da ...
The Role of French Intellectuals in the Development of Kurdish Studies and Kurdish Enlightenment
The Role of French Intellectuals in the Development of Kurdish Studies and Kurdish Enlightenment
Tevgerên Ronesans û Reformê yên ku di sedsala 15mîn li Îtalyayê de dest pê kiribûn ji her alî ve bandor li ser civak û çandê kirin û rê li ber serdemeke nû vekirin ku wek serdema R...
Word Formation Processes Used in Kurdish Community Facebook Platform
Word Formation Processes Used in Kurdish Community Facebook Platform
Word formation is an essential aspect of linguistic evolution. This study is entitled "Word Formation Processes Used in Kurdish Community Facebook Platform". A wide range of resea...
Was Halabja a turning point for the poet Buland al-Haydari?
Was Halabja a turning point for the poet Buland al-Haydari?
This article examines the writings of the emigré Iraqi-Kurdish poet Buland al-Haydari (1926-1996) and thus explores components of his identity as reflected in themes and motifs of ...
FRI428 VTE And Testosterone Therapy: What Is The Risk?
FRI428 VTE And Testosterone Therapy: What Is The Risk?
Abstract
Disclosure: C. Cheatham: None. J. Colburn: None. M. Kemm: None.
Testosterone replacement therapy (TRT) to treat hypogonadism from a variety o...
The psychological dimension in the paintings of Kurdish artists (selected models)
The psychological dimension in the paintings of Kurdish artists (selected models)
The research tagged (The psychological dimension in the paintings of Kurdish artists (selected models) dealt with four chapters, the first chapter included the methodological frame...
The Position of Kurdish Women in the View of the British in the First Half of the Twentieth Century
The Position of Kurdish Women in the View of the British in the First Half of the Twentieth Century
When British travelers visited Kurdish regions in the first half of the twentieth century they recorded their memories and opinions on Kurdish society, especially the position of w...

