Javascript must be enabled to continue!
Kodguherîn di Peywenda Duzimaniyê da: Mînaka Kurmanciya Îdirê
View through CrossRef
Di erdnîgarîyên pirneteweyî da, têkilîyên mirovî dibin sedem ku komên etnîkî yên cihêreng di warê zimên da bandorê li hev bikin. Li Îdirê, hem ji ber ku kurd û tirk di nav hev da dijîn hem jî ji ber fermîbûna zimanê tirkî û polîtîkayên zimên ên fermî; bandora zimanê tirkî zêdetir li ser axaftina kurdî ya kurdên Îdirê çêbûye. Ev rewş bûye sedem ku kurdên Îdirê gelek kodên kurdî biguherînin û kodên tirkî veguhêzin nav axiftina xwe ya kurdî, ku ev jî di zimannasîyê da wekî kodguherîn (code-switching) tê nasîn. Armanca vê xebatê ew e ku axiftina kurdî ya kurdên Îdirê, di çarçoveya kodguherînê da binirxîne ka kodguherîn di kurdiya kurdên Îdirê da di kîjan astê da û di kîjan kontekstan da pêk tê. Xebat, pêşî çarçoveya teorîk a kodguherînê li ser bingeha pênaseyên lêkolînerên wekî Poplack, Crystal, Muysken, Wardhaugh û Scotton pêşkêş dike. Pişt ra balê dikişîne ser cureyên kodguherînê û pêwendîya navbera kodguherîn û deynkirinê (borrowing) nîqaş dike. Di beşa analîzê da mînakên têkildarî mijarê yên di axiftina kurdîya Îdirê da, têne pêşkêşkirin. Ev mînak, di warê kodguherîna navberristeyî (inter-sentential) û kodguherîna navristeyî (intra-sentential) da têne vekolîn. Daneyên xebatê nîşan didin ku di axiftina kurdî ya kurdên Îdirê da hem di asta navberristeyî da hem jî di asta navristeyî da gelek kodên tirkî têne dîtin û ev kod bi awayên cuda cuda di nav axiftinê da cî digirin. Ji ber ku di nav xebatên derheqê kurmancî da, xebatên li ser kodguherînê ne zêde ne; ev xebat dê ji bo lêkolînên nû yên di vî warî da bibe çavkanîyekê.
Title: Kodguherîn di Peywenda Duzimaniyê da: Mînaka Kurmanciya Îdirê
Description:
Di erdnîgarîyên pirneteweyî da, têkilîyên mirovî dibin sedem ku komên etnîkî yên cihêreng di warê zimên da bandorê li hev bikin.
Li Îdirê, hem ji ber ku kurd û tirk di nav hev da dijîn hem jî ji ber fermîbûna zimanê tirkî û polîtîkayên zimên ên fermî; bandora zimanê tirkî zêdetir li ser axaftina kurdî ya kurdên Îdirê çêbûye.
Ev rewş bûye sedem ku kurdên Îdirê gelek kodên kurdî biguherînin û kodên tirkî veguhêzin nav axiftina xwe ya kurdî, ku ev jî di zimannasîyê da wekî kodguherîn (code-switching) tê nasîn.
Armanca vê xebatê ew e ku axiftina kurdî ya kurdên Îdirê, di çarçoveya kodguherînê da binirxîne ka kodguherîn di kurdiya kurdên Îdirê da di kîjan astê da û di kîjan kontekstan da pêk tê.
Xebat, pêşî çarçoveya teorîk a kodguherînê li ser bingeha pênaseyên lêkolînerên wekî Poplack, Crystal, Muysken, Wardhaugh û Scotton pêşkêş dike.
Pişt ra balê dikişîne ser cureyên kodguherînê û pêwendîya navbera kodguherîn û deynkirinê (borrowing) nîqaş dike.
Di beşa analîzê da mînakên têkildarî mijarê yên di axiftina kurdîya Îdirê da, têne pêşkêşkirin.
Ev mînak, di warê kodguherîna navberristeyî (inter-sentential) û kodguherîna navristeyî (intra-sentential) da têne vekolîn.
Daneyên xebatê nîşan didin ku di axiftina kurdî ya kurdên Îdirê da hem di asta navberristeyî da hem jî di asta navristeyî da gelek kodên tirkî têne dîtin û ev kod bi awayên cuda cuda di nav axiftinê da cî digirin.
Ji ber ku di nav xebatên derheqê kurmancî da, xebatên li ser kodguherînê ne zêde ne; ev xebat dê ji bo lêkolînên nû yên di vî warî da bibe çavkanîyekê.
Related Results
Mirina Kalekî Rind wek Bildungsromana Rewşenbîrekî Kurd
Mirina Kalekî Rind wek Bildungsromana Rewşenbîrekî Kurd
Ev xebat li ser romana Mehmed Uzun a bi navê Mirina Kalekî Rind dahûrîneke tematîk dike. Xebat hêmanên romanê yên tematîk vedikole û hewl dide ku di peywenda çîroksaziya romanê de ...

