Javascript must be enabled to continue!
Emerîkê Serdar: Dengekî Cîyawaz di Edebîyata Kurdî ya Sovyetê da
View through CrossRef
Ji ber çendîn sedeman edebîyata kurdî ya Sovyetê heta salên 1970yî wek edebîyateke yekdeng derdikeve holê û di nav anonîmîyeke etnîk, îdeolojîk û civakî da tê berhemanîn. Lê ji vê arasteya giştî cudatir Emerîkê Serdar ji salên heftêyî heta dawîya Sovyetê bi sê pirtûkên xwe yên çîrokan deng û riwangeheke nû tîne nav vê edebîyatê. Ji alîyekî ve dibe dûajoyê nerîta xwe ya edebî ji alîyê din ve bergeheke nû li ber vê nerîtê vedike. Li ser şopa berê, ew jî behsa mijar û mîrata pêşîyan bike jî ji wan cudatir zimanekî propagandîst bi kar naîne û bi riwangeheke şexsî berê xwe dide mijarên berê. Li alîyê din hem ji alîyê naverokê ve hem jî ji alîyê vegêranê ve nûgerîyekê pêk tîne û ji yek-vegêrîyê ber bi pir-vegîrîyê, ji zimanekî folklorîk ber bi şêwazeke kesî, ji girêyên sade yên çîrokan ber bi girêyên aloz û ji cure û rûdanên çavnas ber bi cure û rûdanên nû pêngavên giring diavêje. Ev gotar vê guherînê berbiçav dike û digihîje wê encamê ku ji ber van taybetmendî û cîyawazîyan hêja ye ku mirov Emerîkê Serdarî wek dengekî cîyawaz ê edebîyata kurdî ya Sovyetê bide nasandin.
Title: Emerîkê Serdar: Dengekî Cîyawaz di Edebîyata Kurdî ya Sovyetê da
Description:
Ji ber çendîn sedeman edebîyata kurdî ya Sovyetê heta salên 1970yî wek edebîyateke yekdeng derdikeve holê û di nav anonîmîyeke etnîk, îdeolojîk û civakî da tê berhemanîn.
Lê ji vê arasteya giştî cudatir Emerîkê Serdar ji salên heftêyî heta dawîya Sovyetê bi sê pirtûkên xwe yên çîrokan deng û riwangeheke nû tîne nav vê edebîyatê.
Ji alîyekî ve dibe dûajoyê nerîta xwe ya edebî ji alîyê din ve bergeheke nû li ber vê nerîtê vedike.
Li ser şopa berê, ew jî behsa mijar û mîrata pêşîyan bike jî ji wan cudatir zimanekî propagandîst bi kar naîne û bi riwangeheke şexsî berê xwe dide mijarên berê.
Li alîyê din hem ji alîyê naverokê ve hem jî ji alîyê vegêranê ve nûgerîyekê pêk tîne û ji yek-vegêrîyê ber bi pir-vegîrîyê, ji zimanekî folklorîk ber bi şêwazeke kesî, ji girêyên sade yên çîrokan ber bi girêyên aloz û ji cure û rûdanên çavnas ber bi cure û rûdanên nû pêngavên giring diavêje.
Ev gotar vê guherînê berbiçav dike û digihîje wê encamê ku ji ber van taybetmendî û cîyawazîyan hêja ye ku mirov Emerîkê Serdarî wek dengekî cîyawaz ê edebîyata kurdî ya Sovyetê bide nasandin.
Related Results
Tewsîf û Danasîna Keşkûla Kurdî ya li Pirtûkxaneya Meclîsê Şûrayê Îslamî
Tewsîf û Danasîna Keşkûla Kurdî ya li Pirtûkxaneya Meclîsê Şûrayê Îslamî
Keşkûl yan jî mecmû‘e, di wateya “berhemên berhevkirî” de tê bikaranîn ku yek ji wan çavkaniyên sereke ne di edebiyata kurdî ya klasîk de û roj bi roj girîngiya wan di biwarê akade...
Evîn û Leheng: Wuslat û Fîraqa Lehengî di Şahnameyên Kurdî de
Evîn û Leheng: Wuslat û Fîraqa Lehengî di Şahnameyên Kurdî de
Bê şik yek ji hestên însanî yên herî giring hesta “hezkirin” û “evîndarbûn”ê ye. Ev hesta evînê bi du têgehên bingehîn watedar dibe: Wuslat û Fîraq. Kesê evîndar dema ku evîndar di...
LÊKOLÎNEK LI SER ROJNAMEGERÎYA KURDÎ YA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
LÊKOLÎNEK LI SER ROJNAMEGERÎYA KURDÎ YA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Dîrok a rojnamevan ya Kûrmancan bi awayekê giştî ji rojnama Kurdstan 1898 li Qahîre destpêdike. Li Başûrê Kurdstanê vê yekê weke despêk a dîrok a rojnamevanya Başûr di hesibînin û ...
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Zanista Gel (folklor) qadeke zanistê ye ku çanda madî û manewî ya milletekî tesbît dike, berhev dike, disenifîne, dinirxîne û paşê ji bo xwenasîna wî milletî yan milletên din yên c...
DANASÎNA KEŞKÛLEKE MELA NEZÎRÊ HERGEMOYÎ
DANASÎNA KEŞKÛLEKE MELA NEZÎRÊ HERGEMOYÎ
Keşkûl an mecmu'e ji bo edebiyata klasîk çavkaniyên giring in. Yek ji giringiya keşkûlan ev e ku di van berheman de di derbarê şi'r û şa‘irên nenas de agahî dihên bidestxistin. Keş...
Mela Nûrullahê Godişkî û Dîwana Wî
Mela Nûrullahê Godişkî û Dîwana Wî
Edebîyata kurdî ya klasîk xwedîyê xezîneyeka gelek dewlemend e. Berhemên ku di vî warî da hatinê nivîsîn roj bi roj bi xebatên pisporên qadê ji quncikên tarî têne derxistin û li se...
The Role of French Intellectuals in the Development of Kurdish Studies and Kurdish Enlightenment
The Role of French Intellectuals in the Development of Kurdish Studies and Kurdish Enlightenment
Tevgerên Ronesans û Reformê yên ku di sedsala 15mîn li Îtalyayê de dest pê kiribûn ji her alî ve bandor li ser civak û çandê kirin û rê li ber serdemeke nû vekirin ku wek serdema R...
Nirxandina Pirtûkê "Edebiyata Berxwedanê"
Nirxandina Pirtûkê "Edebiyata Berxwedanê"
Pirtûka Barbara Harlow a bi navê "Edebiyata Berxwedanê" (Resistance Literature) berhemeke bingehîn e di warê xebatên postkolonyal de ku di sala 1987an de hatiye weşandin. Ev pirtûk...

