Javascript must be enabled to continue!
Taybetîyên Derbiranên Qalibî yên Dîyarbekirê
View through CrossRef
Dîyarbekira ku xwedî dîrokeka dêrîn û çandeka qedîm e, xwedî ziman û zaravayên cuda ye jî. Dîyarbekirîyan pişta xwe dane kevirên reş yên Bedenê û bi kurdî (kurmancî- kirmanckî) û tirkî êş, jan, kêf, zewq, boçûn û hizrên xwe; kirine bêje, îdyom, stran, çîrok û hin keresteyên din yên devkî. Ji van keresteyan yek jî derbiranên qalibî ne. Derbiranên qalibî ku di jîyanê da mişt in, gelek caran xelaskerên axiver û guhdaran in û bi wan axaftin û ragihandineka baş pêk tê, bi saya serê wan hest û helwest bêyî fikirîn tên derbirîn. Derbiranên qalibî ku civak bi wan dizane; di navmalê da, li bazar û kolanê, di şîn û şahîyan da, di biwarên curbicur yên jîyanê da pirîya ku hatine gotin, bûne axaftinên klîşeyî. Ev gotinên malhazirî û klîşeyî li Dîyarbekirê jî zêde zêde hene. Di vê xebatê da, bi rêya hin derbiranên qalibî yên Dîyarbekirê yên bi zaravayê kurmancî taybetîyên derbiranên qalibî yên Dîyarbekirê hatine destnîşankirin. Herweha bi rêya rapirsîyê, encam û rêjeyên berbelavîya derbiranên qalibî yên Dîyarbekirê, hatine eşkerekirin. Li gorî van daneyan, derbiranên Dîyarbekirê xwedî varyantên cuda ne. Piranîya van derbiranan di awayê risteyê da ne û rêjeya daxwazên başîyê ji yên xerabî û nebaşîyê zêdetir in. Herweha ji % 95ê derbiranan ji alîyê beşdarên rapirsîyê ve hatine zanîn.
Title: Taybetîyên Derbiranên Qalibî yên Dîyarbekirê
Description:
Dîyarbekira ku xwedî dîrokeka dêrîn û çandeka qedîm e, xwedî ziman û zaravayên cuda ye jî.
Dîyarbekirîyan pişta xwe dane kevirên reş yên Bedenê û bi kurdî (kurmancî- kirmanckî) û tirkî êş, jan, kêf, zewq, boçûn û hizrên xwe; kirine bêje, îdyom, stran, çîrok û hin keresteyên din yên devkî.
Ji van keresteyan yek jî derbiranên qalibî ne.
Derbiranên qalibî ku di jîyanê da mişt in, gelek caran xelaskerên axiver û guhdaran in û bi wan axaftin û ragihandineka baş pêk tê, bi saya serê wan hest û helwest bêyî fikirîn tên derbirîn.
Derbiranên qalibî ku civak bi wan dizane; di navmalê da, li bazar û kolanê, di şîn û şahîyan da, di biwarên curbicur yên jîyanê da pirîya ku hatine gotin, bûne axaftinên klîşeyî.
Ev gotinên malhazirî û klîşeyî li Dîyarbekirê jî zêde zêde hene.
Di vê xebatê da, bi rêya hin derbiranên qalibî yên Dîyarbekirê yên bi zaravayê kurmancî taybetîyên derbiranên qalibî yên Dîyarbekirê hatine destnîşankirin.
Herweha bi rêya rapirsîyê, encam û rêjeyên berbelavîya derbiranên qalibî yên Dîyarbekirê, hatine eşkerekirin.
Li gorî van daneyan, derbiranên Dîyarbekirê xwedî varyantên cuda ne.
Piranîya van derbiranan di awayê risteyê da ne û rêjeya daxwazên başîyê ji yên xerabî û nebaşîyê zêdetir in.
Herweha ji % 95ê derbiranan ji alîyê beşdarên rapirsîyê ve hatine zanîn.
Related Results
Danasîna Navdarên Kurdan bi navbeynkariya Pirtûkên Zarokan
Danasîna Navdarên Kurdan bi navbeynkariya Pirtûkên Zarokan
Edebiyata zarokan ji aliyê geşedana zarokan ve derfetên giring dihewîne. Feydeyeke edebiyata zarokan ev e ku zarok bi navbeynkariya berheman dibin xwediyê nirxan û ji aliyê kesayet...
Mirina Kalekî Rind wek Bildungsromana Rewşenbîrekî Kurd
Mirina Kalekî Rind wek Bildungsromana Rewşenbîrekî Kurd
Ev xebat li ser romana Mehmed Uzun a bi navê Mirina Kalekî Rind dahûrîneke tematîk dike. Xebat hêmanên romanê yên tematîk vedikole û hewl dide ku di peywenda çîroksaziya romanê de ...
Şiroveya Munaqeşeya Rexneyî ya " Henara Dawî ya Dinyayê "
Şiroveya Munaqeşeya Rexneyî ya " Henara Dawî ya Dinyayê "
Romana kurdî ji destpêka xwe ve, rastî tevlihevî û kêşeyên siyasî û civakî hatiye. Cureya romanê ya wêjeyî ji ber şiyanên xwe yên wêjeyî û derbirîna nêrînên cida û cihêreng, bala n...
Di Çarçoveya Devokên Kurdîya Kurmancî de Analîza Dengên Rhotic
Di Çarçoveya Devokên Kurdîya Kurmancî de Analîza Dengên Rhotic
Dengên rhotic /r/ di nav zimanan de yek grubeke ji grubên dengan e ku herî zêde cudahîyan nîşan dide. Ev gruba dengên rhotic ji hêla taybetîya derketina dengî ve dikare bibe trill,...
Biodiversity potential and scientific basis for conservation in the Song Hinh - Tay Hoa area, Dak Lak province, Vietnam
Biodiversity potential and scientific basis for conservation in the Song Hinh - Tay Hoa area, Dak Lak province, Vietnam
The Song Hinh - Tay Hoa area harbors exceptional ecological and biodiversity values. Two characteristic forest ecosystems are represented: lowland and mid-montane evergreen tropica...
Evaluate the Economic Value of the Recreational Services of the Hon Yen Complex in Phu Yen Province
Evaluate the Economic Value of the Recreational Services of the Hon Yen Complex in Phu Yen Province
This study focuses on assessing the economic value of recreation and tourism services of the Hon Yen complex. From that, this researchdetermine the potential of recreation and tour...
Karwan, Eşîr û Bazinbelek: Nêrînek li Varyantên Filîtê Quto
Karwan, Eşîr û Bazinbelek: Nêrînek li Varyantên Filîtê Quto
Kilama dirêj a bi navê Filîtê Quto tê nasîn, yek ji wan vegêrana ye ku di nava kurdan da gelek berbelav e û ji aliyê gelek dengbêjên ji herêmên cuda ve tête gotin. Ev vegêran xwe d...
CHIỀU CAO TUYẾN YÊN CỦA NGƯỜI VIỆT NAM TRÊN MRI
CHIỀU CAO TUYẾN YÊN CỦA NGƯỜI VIỆT NAM TRÊN MRI
TÓM TẮTMục đích: xác định chiều cao tuyến yên bình thường của người Việt Nam theo giới và tuổi.Phương pháp nghiên cứu: đo chiều cao tuyến yên của 1000 bệnh nhân > 10 tuổi, chụp ...

