Search engine for discovering works of Art, research articles, and books related to Art and Culture
ShareThis
Javascript must be enabled to continue!

Şiroveya Munaqeşeya Rexneyî ya " Henara Dawî ya Dinyayê "

View through CrossRef
Romana kurdî ji destpêka xwe ve, rastî tevlihevî û kêşeyên siyasî û civakî hatiye. Cureya romanê ya wêjeyî ji ber şiyanên xwe yên wêjeyî û derbirîna nêrînên cida û cihêreng, bala nivîskarên kurd bi xwe ve kişandiye. Yek ji cureyên romanan, romana siyasî ye ku ji ber hin taybetîyên xwe yên cihêreng, ji cureyên din ên çîrokî cida ye. Ev cidahî di wêjeya kurdî de li gor beşên din ên çîrokên civakî, olî, femînîstî û hwd, ji ber taybetî û cihêrengîyên bingehîn û pêwendîyên xurt bi civakê û rûdanên siyasî û civakî zêdetir derdikeve ber çavan. Ji nava gelek şêwazên şirovekirina romanê, şêwaza şiroveya munaqeşeya rexneyî, ji yên din baştir li vê cureya romanê tê. Yek ji bibandortirîn rêbaz û şêwazên lêhûrbûna li ser vê cureya taybet a şiroveya romanê, rêbaza Faircloughî ye ku di lêhûrbûna deqê da bi şiklekî taybet li ser konteksta pozîsyonî û siyasî radiweste û di sê astên wesifandin, beyankirin û şirovekirinê de dinirxîne. Romana Henara Dawî ya Dinyayê, romaneke kurdî ya siyasî ye ku qala serhil-dana gelê kurd li hember hikûmeta Be's a Iraqê û damezirandina dewleta kurdî ya nîv-serbixwe bi pêşengîya partîyên wê herêmê yên siyasî dike. Şiroveya hûrgilîyên deqê di asta beyankirinê de, nîşan dide ku bûyerên siyasî yên wan serdeman û atmosfera tevlihev a salên 1975'an, şerê navxweyî yên partîyên kurd û kambaxîyên piştî wê, her tim bûne sedema bin-ketin, bêhêvîtî û bindestîya gelî. Şiroveya rexneyî ya vê romanê, li ser bingeha temaya romanê bi xwe, rexnekirina tundî, siyaset û hêzê ye ku di çarçoveya mijara bingehîn a dijderketina li hember mêtîngerî û siyasetê de ye.
Title: Şiroveya Munaqeşeya Rexneyî ya " Henara Dawî ya Dinyayê "
Description:
Romana kurdî ji destpêka xwe ve, rastî tevlihevî û kêşeyên siyasî û civakî hatiye.
Cureya romanê ya wêjeyî ji ber şiyanên xwe yên wêjeyî û derbirîna nêrînên cida û cihêreng, bala nivîskarên kurd bi xwe ve kişandiye.
Yek ji cureyên romanan, romana siyasî ye ku ji ber hin taybetîyên xwe yên cihêreng, ji cureyên din ên çîrokî cida ye.
Ev cidahî di wêjeya kurdî de li gor beşên din ên çîrokên civakî, olî, femînîstî û hwd, ji ber taybetî û cihêrengîyên bingehîn û pêwendîyên xurt bi civakê û rûdanên siyasî û civakî zêdetir derdikeve ber çavan.
Ji nava gelek şêwazên şirovekirina romanê, şêwaza şiroveya munaqeşeya rexneyî, ji yên din baştir li vê cureya romanê tê.
Yek ji bibandortirîn rêbaz û şêwazên lêhûrbûna li ser vê cureya taybet a şiroveya romanê, rêbaza Faircloughî ye ku di lêhûrbûna deqê da bi şiklekî taybet li ser konteksta pozîsyonî û siyasî radiweste û di sê astên wesifandin, beyankirin û şirovekirinê de dinirxîne.
Romana Henara Dawî ya Dinyayê, romaneke kurdî ya siyasî ye ku qala serhil-dana gelê kurd li hember hikûmeta Be's a Iraqê û damezirandina dewleta kurdî ya nîv-serbixwe bi pêşengîya partîyên wê herêmê yên siyasî dike.
Şiroveya hûrgilîyên deqê di asta beyankirinê de, nîşan dide ku bûyerên siyasî yên wan serdeman û atmosfera tevlihev a salên 1975'an, şerê navxweyî yên partîyên kurd û kambaxîyên piştî wê, her tim bûne sedema bin-ketin, bêhêvîtî û bindestîya gelî.
Şiroveya rexneyî ya vê romanê, li ser bingeha temaya romanê bi xwe, rexnekirina tundî, siyaset û hêzê ye ku di çarçoveya mijara bingehîn a dijderketina li hember mêtîngerî û siyasetê de ye.

Related Results

Nirxandina Pirtûkê "Edebiyata Berxwedanê"
Nirxandina Pirtûkê "Edebiyata Berxwedanê"
Pirtûka Barbara Harlow a bi navê "Edebiyata Berxwedanê" (Resistance Literature) berhemeke bingehîn e di warê xebatên postkolonyal de ku di sala 1987an de hatiye weşandin. Ev pirtûk...

Back to Top