Javascript must be enabled to continue!
Danasîna Navdarên Kurdan bi navbeynkariya Pirtûkên Zarokan
View through CrossRef
Edebiyata zarokan ji aliyê geşedana zarokan ve derfetên giring dihewîne. Feydeyeke edebiyata zarokan ev e ku zarok bi navbeynkariya berheman dibin xwediyê nirxan û ji aliyê kesayetiyê ve rêya xwe dibînin. Ji bo vê yekê hin berhemên edebiyata zarokan li ser jiyana navdaran radiwestin. Bi vî awayî bi navbeynkariya jiyana navdaran zarok hem dibin xwedî nirxên gerdûnî hem jî yên neteweyî. Di vê xebatê de danasîna navdarên kurdan bi navbeynkariya pirtûkên zarokan çawa ye û ew bi kîjan şiklî di van berheman de cih girtine hatiye armanckirin. Ji bo vê yekê digel hin prensîbên edebiyata zarokan hin pirtûkên mînak ên ku jiyana navdarên kurdan ji xwe re kirine mijar bi rêbaza analîza dokumanê hatiye nirxandin. Di nirxandina berheman de jî rêbaza analîza naverokê hatiye bikaranîn. Di vê xebatê de pirtûkên mînak penc heb in û ji aliyê Yasemin Elban ve wekî rojnivîskên keçikeke piçûk a kurd hatine nivîsîn. Di pirtûkên mînak de navê serlehengê Xecê ye û ew di nav sêwirandinên cihêreng de li pey navdarên kurd ên edebî û dîrokî yên wekî Ehmedê Xanî, Dewrêşê Evdî, Celadet Bedirxan, Mestûre Xanima Erdelanî û Evdalê Zeynikê ye. Şêweyên danasînê yên navdarên kurdan ji bo zarokan di pirtûkên mînak de di bin van sernavan de hatine nirxandin û şirovekirin: Şêweya honakê; rêjeya honakê; hevgiriya rasteqînî û honakê; şêweya vegotinê; taybetiyên navdarên kurdan ku tên mînakgirtin; bi navbeynkariya navdarên kurdan nasandina çand, jiyan û dîroka kurdan; ji bo guherîna leheng û xwîneran rola navdarên kurdan; di navbera leheng, xwîner û navdarên kurdan de hesta wekîhevbûnê; bidestketina karînên hestyarî. Di dawiya xebatê de hat dîtin ku zarok, bi navbeynkariya van pirtûkan ji aliyê neteweyî ve van navdaran dê nas bikin, fêrî jiyan û taybetiyên wan û hwd. bibin, mînakên ji çand û dîrokê xwe bibînin; ji aliyê gerdûnî ve jî xwedî hin tevgerên erênî bibin.
Title: Danasîna Navdarên Kurdan bi navbeynkariya Pirtûkên Zarokan
Description:
Edebiyata zarokan ji aliyê geşedana zarokan ve derfetên giring dihewîne.
Feydeyeke edebiyata zarokan ev e ku zarok bi navbeynkariya berheman dibin xwediyê nirxan û ji aliyê kesayetiyê ve rêya xwe dibînin.
Ji bo vê yekê hin berhemên edebiyata zarokan li ser jiyana navdaran radiwestin.
Bi vî awayî bi navbeynkariya jiyana navdaran zarok hem dibin xwedî nirxên gerdûnî hem jî yên neteweyî.
Di vê xebatê de danasîna navdarên kurdan bi navbeynkariya pirtûkên zarokan çawa ye û ew bi kîjan şiklî di van berheman de cih girtine hatiye armanckirin.
Ji bo vê yekê digel hin prensîbên edebiyata zarokan hin pirtûkên mînak ên ku jiyana navdarên kurdan ji xwe re kirine mijar bi rêbaza analîza dokumanê hatiye nirxandin.
Di nirxandina berheman de jî rêbaza analîza naverokê hatiye bikaranîn.
Di vê xebatê de pirtûkên mînak penc heb in û ji aliyê Yasemin Elban ve wekî rojnivîskên keçikeke piçûk a kurd hatine nivîsîn.
Di pirtûkên mînak de navê serlehengê Xecê ye û ew di nav sêwirandinên cihêreng de li pey navdarên kurd ên edebî û dîrokî yên wekî Ehmedê Xanî, Dewrêşê Evdî, Celadet Bedirxan, Mestûre Xanima Erdelanî û Evdalê Zeynikê ye.
Şêweyên danasînê yên navdarên kurdan ji bo zarokan di pirtûkên mînak de di bin van sernavan de hatine nirxandin û şirovekirin: Şêweya honakê; rêjeya honakê; hevgiriya rasteqînî û honakê; şêweya vegotinê; taybetiyên navdarên kurdan ku tên mînakgirtin; bi navbeynkariya navdarên kurdan nasandina çand, jiyan û dîroka kurdan; ji bo guherîna leheng û xwîneran rola navdarên kurdan; di navbera leheng, xwîner û navdarên kurdan de hesta wekîhevbûnê; bidestketina karînên hestyarî.
Di dawiya xebatê de hat dîtin ku zarok, bi navbeynkariya van pirtûkan ji aliyê neteweyî ve van navdaran dê nas bikin, fêrî jiyan û taybetiyên wan û hwd.
bibin, mînakên ji çand û dîrokê xwe bibînin; ji aliyê gerdûnî ve jî xwedî hin tevgerên erênî bibin.
Related Results
Hîkayeta Keyhana Frenk û Feqe Ehmedê Baban: Mirin Çêtir e ji Fîraqê
Hîkayeta Keyhana Frenk û Feqe Ehmedê Baban: Mirin Çêtir e ji Fîraqê
Serdema piştî Şerê Çaldiranê piraniya axên Kurdan êdî wek muttefîkê Osmaniyan ji alî mîrên Kurdan ve hatin rêvebirin. Tifaqa ku di navbera Kurdan û Yavuz Sultan Selîm de hatibû ava...
Emerîkê Serdar: Dengekî Cîyawaz di Edebîyata Kurdî ya Sovyetê da
Emerîkê Serdar: Dengekî Cîyawaz di Edebîyata Kurdî ya Sovyetê da
Ji ber çendîn sedeman edebîyata kurdî ya Sovyetê heta salên 1970yî wek edebîyateke yekdeng derdikeve holê û di nav anonîmîyeke etnîk, îdeolojîk û civakî da tê berhemanîn. Lê ji vê ...
Aheng Di Helbestên M. Zahir Ertekin De
Aheng Di Helbestên M. Zahir Ertekin De
Di helbestê de aheng bi hin teknîkên rîtmê ve saz dibin. Ahenga derekî (kêş) û ahenga navekî (serwa, paşserwa, dubarekirin, cînas û ww.) karîgeriya helbestê xurttir dikin. Helbestê...
Karwan, Eşîr û Bazinbelek: Nêrînek li Varyantên Filîtê Quto
Karwan, Eşîr û Bazinbelek: Nêrînek li Varyantên Filîtê Quto
Kilama dirêj a bi navê Filîtê Quto tê nasîn, yek ji wan vegêrana ye ku di nava kurdan da gelek berbelav e û ji aliyê gelek dengbêjên ji herêmên cuda ve tête gotin. Ev vegêran xwe d...
Çimeyanê Almankî de Kurdê Zaza
Çimeyanê Almankî de Kurdê Zaza
Rojhelatnasê Almanan seserr ra 18ine û bi taybeti sereyê 19ine ra nat kurdanê zazayan ser o xebitiyayî. Ê seserran de hemê Awrupa de rojhelatnasî sey yew îlim yena kerdiş la motiva...
Wateya Peyvên “Kurd” û “Goran” di Metnên Dînî yên Yarsan De
Wateya Peyvên “Kurd” û “Goran” di Metnên Dînî yên Yarsan De
Baweriya Kurdên yarsan an kakeyî ku bi piranî li rojhilat û başûrê Kurdistanê niştecih in, ji ber siruşta xwe ya girtî/veşartî kêm tê nasîn. Edebiyata dînî ya Kurdên Yarsan beşeke ...
Wek Mamosteyekî Hizra Perwerdehiyê ya Ehmedê Xanî
Wek Mamosteyekî Hizra Perwerdehiyê ya Ehmedê Xanî
Sedsalên 16em û 17em di dîroka edebiyata Kurdiya Kurmancî da weke du sedsalên zêrîn tên qebûlkirin. Ji bo edebiyata Kurdî ya Kurmancî xîmên bingeheke bihêz hatine danîn û tesîra vê...

