Javascript must be enabled to continue!
Wek Mamosteyekî Hizra Perwerdehiyê ya Ehmedê Xanî
View through CrossRef
Sedsalên 16em û 17em di dîroka edebiyata Kurdiya Kurmancî da weke du sedsalên zêrîn tên qebûlkirin. Ji bo edebiyata Kurdî ya Kurmancî xîmên bingeheke bihêz hatine danîn û tesîra vê bingehê em îro jî dibînin. Ehmedê Xanî ku wekî mamoste, alim, nivîskar tê nasîn di vê serdemê da jiyaye. Xanîyê ku zêdetir bi Mem û Zînê va tê bibîranîn, di qada perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê da berhemên ewil nivîsîne ku ev berhem di medreseyan da wekî kitêbên dersê hatine xwendin. Nûbihara Biçûkan ku yekem kitêb e ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, ji bo zarokên Kurdan hatiye nivîsîn. Aqîdeya Îmanê jî ji bo perwerdeya dînî ya bi Kurmancî hatiye nivîsîn ku herdu berhem jî li medreseyên serdemê wekî berhemên dersê hatine xwendin. Ev xebat hewl dide ku alimtî û mamostetiya Ehmedê Xanî, giringîpêdana ziman û giringiya Nûbihara Biçûkan û Aqîdeya Îmanê ji aliyê hizra perwerdehiyê ya Xanî va bikole. Xebat digel destpêkê ji sê beş û pêvekek e pêk tê. Di destpêkê da behsa dibistanên serdemê “medrese” ya hatiye kirin, peyra fikr û ramanên Xanî yên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê hatine behskirin û di beşa sêyem ya xebatê da Nûbihara Biçûkan li gorî prensîbên giştî yên hîndekariyê hatiye nirxandin; herwiha li ser teknîkên hînkirina peyvan (hemwate, dijwate, têkilhev, hevdeng hwd.) hatiye sekinîn.
Title: Wek Mamosteyekî Hizra Perwerdehiyê ya Ehmedê Xanî
Description:
Sedsalên 16em û 17em di dîroka edebiyata Kurdiya Kurmancî da weke du sedsalên zêrîn tên qebûlkirin.
Ji bo edebiyata Kurdî ya Kurmancî xîmên bingeheke bihêz hatine danîn û tesîra vê bingehê em îro jî dibînin.
Ehmedê Xanî ku wekî mamoste, alim, nivîskar tê nasîn di vê serdemê da jiyaye.
Xanîyê ku zêdetir bi Mem û Zînê va tê bibîranîn, di qada perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê da berhemên ewil nivîsîne ku ev berhem di medreseyan da wekî kitêbên dersê hatine xwendin.
Nûbihara Biçûkan ku yekem kitêb e ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, ji bo zarokên Kurdan hatiye nivîsîn.
Aqîdeya Îmanê jî ji bo perwerdeya dînî ya bi Kurmancî hatiye nivîsîn ku herdu berhem jî li medreseyên serdemê wekî berhemên dersê hatine xwendin.
Ev xebat hewl dide ku alimtî û mamostetiya Ehmedê Xanî, giringîpêdana ziman û giringiya Nûbihara Biçûkan û Aqîdeya Îmanê ji aliyê hizra perwerdehiyê ya Xanî va bikole.
Xebat digel destpêkê ji sê beş û pêvekek e pêk tê.
Di destpêkê da behsa dibistanên serdemê “medrese” ya hatiye kirin, peyra fikr û ramanên Xanî yên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê hatine behskirin û di beşa sêyem ya xebatê da Nûbihara Biçûkan li gorî prensîbên giştî yên hîndekariyê hatiye nirxandin; herwiha li ser teknîkên hînkirina peyvan (hemwate, dijwate, têkilhev, hevdeng hwd.
) hatiye sekinîn.
Related Results
Mewlîdê Ehmedê Xasî de Nûrê Muhemmedî
Mewlîdê Ehmedê Xasî de Nûrê Muhemmedî
Binê sernuşteyê edebîyatê klasîkî de ê eserê ke behsê Hz. Pêxemberî kenî, heyatê ey anî ziwan û ey wesifnenî mîyanê eseranê manzum û mensuran de tewr zaf î. Ma eşkenî verê cû mewlî...
Hîkayeta Keyhana Frenk û Feqe Ehmedê Baban: Mirin Çêtir e ji Fîraqê
Hîkayeta Keyhana Frenk û Feqe Ehmedê Baban: Mirin Çêtir e ji Fîraqê
Serdema piştî Şerê Çaldiranê piraniya axên Kurdan êdî wek muttefîkê Osmaniyan ji alî mîrên Kurdan ve hatin rêvebirin. Tifaqa ku di navbera Kurdan û Yavuz Sultan Selîm de hatibû ava...
Danasîna Navdarên Kurdan bi navbeynkariya Pirtûkên Zarokan
Danasîna Navdarên Kurdan bi navbeynkariya Pirtûkên Zarokan
Edebiyata zarokan ji aliyê geşedana zarokan ve derfetên giring dihewîne. Feydeyeke edebiyata zarokan ev e ku zarok bi navbeynkariya berheman dibin xwediyê nirxan û ji aliyê kesayet...
Hafizeya Kolektîf û Rewşa Mekanên Hafizeyê di Romanên Omer Dilsozî
Hafizeya Kolektîf û Rewşa Mekanên Hafizeyê di Romanên Omer Dilsozî
Omer Dilsoz romannûsekî Edebiyata Kurdî yê îroj e û bi taybetî di romanên xwe da motîfên çand, nerît û folklora herêma Hekarîyê temsîl dike. Di heman demê da bi bikaranîna devoka h...
Evînek û Du Mesnewî: Danberheveke Naverokî ya Leyla û Mecnûna Sewadî û Leylâ wû Mecnûna Fuzûlî
Evînek û Du Mesnewî: Danberheveke Naverokî ya Leyla û Mecnûna Sewadî û Leylâ wû Mecnûna Fuzûlî
Çîroka bi navê Leyla û Mecnûn, ya ku di eslê xwe de çîrokeke gelêrî ye, ji aliyê gelek helbestkarên Rojhilata Naverast ve wek çîrokeke menzûm di qalibê mesnewiyê de hatiye vehonand...
Emerîkê Serdar: Dengekî Cîyawaz di Edebîyata Kurdî ya Sovyetê da
Emerîkê Serdar: Dengekî Cîyawaz di Edebîyata Kurdî ya Sovyetê da
Ji ber çendîn sedeman edebîyata kurdî ya Sovyetê heta salên 1970yî wek edebîyateke yekdeng derdikeve holê û di nav anonîmîyeke etnîk, îdeolojîk û civakî da tê berhemanîn. Lê ji vê ...
Romaneka Dîrokî Ya Dîroknasekî: Zeynel Bega Îhsan Colemêrgî
Romaneka Dîrokî Ya Dîroknasekî: Zeynel Bega Îhsan Colemêrgî
Dîrok û roman du hêmanên sereke ne ku behsa jîyana civak û ferdan dikin. Çawa ku dîroknas xwe dispêre belgenameyan û bûyerên berê radigihîne romannivîs jî kitekit û jîyanên ku di d...
Mela Mehmûdê Bazîdî & Aleksandre Auguste Jaba û Mîrasa Wan
Mela Mehmûdê Bazîdî & Aleksandre Auguste Jaba û Mîrasa Wan
Enstîtûya Zimanên Jîndar a Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê di sala 2012an de hatîye damezrandin û di sala 2013an dest bi karûbarên xwe kirîye. Hetanî niha gelek xwendekaran ji vê enstît...

