Javascript must be enabled to continue!
NİRXANDİN Û ANALÎZA BERHEMÊN XEBATA KELEPORÎ YA EUGEN PRYM Û ALBERT SOCİNÎ
View through CrossRef
Li gor agahîyên li ber destan, ji serê nîveka duyem ya sedsala XIXem heta dawîya nîveka yekem ya sedsala XXem gelek xebatên berhevkarî yên zargotina kurdî ji alîyê vekoler û gerokên bîyanî ve hatine kirin. Yek ji van xebata ducildî ya zimannasên alman Eugen Prym û Albert Socin ya bi navê “Kurdische Sammlungen”ê ye.
Di vê gotarê da em ê li ser vê berhemê rawestin ku ji 13 çîrok/serpêhatî, 16 stranên evînî, 25 destan û stiranên şer yên kurdî, helbesteka Sîyahpûş û yeke Elî Herîrî pêk tê. Gotar ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekem da bi kurtasî agahî derbarê nivîskaran û rêbaza wan ya berhevkarîyê da hatine dayîn. Her weha li ser ger û rêwîtîya ku Albert Socinî ji bo berhevkirina berhemên zargotina kurdî kirîye hate rawestin. Di berdewamîya vê beşê de danasînek giştî ya berhemên herdu cildan hate kirin.
Di beşa duyem da ku ew jî du binbeşan pêk tê, li ser berhemên çîrokî yên di xebata navborî da cih girtine hate rawestin û berhem ji alî naverok û strukturê ve hatin analiz kirin. Di binbeşa yekem de rêzincîra bûyeran û serborîyên lehengan hatin analîz kirin. Di binbeşa duyem de li ser lehengên hin ji çîrokan û taybetmendîyên wan ku ji alî çîrokbêj (vegêran) ve hatine taswîr kirin hate rawestin. Di vê çarçoveyê de hêmanên derasayî ku di van çîrokan de hatin analîz kirin. Di beşa sêyem de nirxandin û analîza hinek destan û stiranên şer wekî mînak hate kirin. Bi taybetî li ser taswîrên ku dengbêjan derbarê lehengan û kiryarên wan de kirin e hate rawestin. Bi riya nirxandin û analîza van berheman me xwest em balê bikişînin ser gencîne û dewlemendîya edebî ya zargotina kurdî ya gelêrî.
Title: NİRXANDİN Û ANALÎZA BERHEMÊN XEBATA KELEPORÎ YA EUGEN PRYM Û ALBERT SOCİNÎ
Description:
Li gor agahîyên li ber destan, ji serê nîveka duyem ya sedsala XIXem heta dawîya nîveka yekem ya sedsala XXem gelek xebatên berhevkarî yên zargotina kurdî ji alîyê vekoler û gerokên bîyanî ve hatine kirin.
Yek ji van xebata ducildî ya zimannasên alman Eugen Prym û Albert Socin ya bi navê “Kurdische Sammlungen”ê ye.
Di vê gotarê da em ê li ser vê berhemê rawestin ku ji 13 çîrok/serpêhatî, 16 stranên evînî, 25 destan û stiranên şer yên kurdî, helbesteka Sîyahpûş û yeke Elî Herîrî pêk tê.
Gotar ji sê beşan pêk tê.
Di beşa yekem da bi kurtasî agahî derbarê nivîskaran û rêbaza wan ya berhevkarîyê da hatine dayîn.
Her weha li ser ger û rêwîtîya ku Albert Socinî ji bo berhevkirina berhemên zargotina kurdî kirîye hate rawestin.
Di berdewamîya vê beşê de danasînek giştî ya berhemên herdu cildan hate kirin.
Di beşa duyem da ku ew jî du binbeşan pêk tê, li ser berhemên çîrokî yên di xebata navborî da cih girtine hate rawestin û berhem ji alî naverok û strukturê ve hatin analiz kirin.
Di binbeşa yekem de rêzincîra bûyeran û serborîyên lehengan hatin analîz kirin.
Di binbeşa duyem de li ser lehengên hin ji çîrokan û taybetmendîyên wan ku ji alî çîrokbêj (vegêran) ve hatine taswîr kirin hate rawestin.
Di vê çarçoveyê de hêmanên derasayî ku di van çîrokan de hatin analîz kirin.
Di beşa sêyem de nirxandin û analîza hinek destan û stiranên şer wekî mînak hate kirin.
Bi taybetî li ser taswîrên ku dengbêjan derbarê lehengan û kiryarên wan de kirin e hate rawestin.
Bi riya nirxandin û analîza van berheman me xwest em balê bikişînin ser gencîne û dewlemendîya edebî ya zargotina kurdî ya gelêrî.
Related Results
Eugen Ehrlich: Bibliographic Index [E-book, PDF]
Eugen Ehrlich: Bibliographic Index [E-book, PDF]
The Bibliographic Index EUGEN EHRLICH is a guide through available materials containing information about the life, scientific, educational, legislative and social activities of th...
Danasîna Navdarên Kurdan bi navbeynkariya Pirtûkên Zarokan
Danasîna Navdarên Kurdan bi navbeynkariya Pirtûkên Zarokan
Edebiyata zarokan ji aliyê geşedana zarokan ve derfetên giring dihewîne. Feydeyeke edebiyata zarokan ev e ku zarok bi navbeynkariya berheman dibin xwediyê nirxan û ji aliyê kesayet...
25 years of EUGEN – a history of connecting geoscience students in Europe
25 years of EUGEN – a history of connecting geoscience students in Europe
<p>EUGEN (European Geoscience Student Network) is an association that provides a platform for the international exchange between geoscience students in Europe. The ne...
Cotepeyv di Dîwana Şêx Şemseddînê Exlatî da
Cotepeyv di Dîwana Şêx Şemseddînê Exlatî da
Cotepeyv wekî cureyeke komepeyvan bi dubarebûna morfem an jî peyvan saz dibe ku bi vê dibe qalibekî rêzimanî û maneyî. Dîsa cotepeyv di risteyê da erkên giring ên wekî xurtkirina h...
ALBERT-QM: An ALBERT Based Method for Chinese Health Related Question Matching (Preprint)
ALBERT-QM: An ALBERT Based Method for Chinese Health Related Question Matching (Preprint)
BACKGROUND
Question answering (QA) system is widely used in web-based health-care applications. Health consumers likely asked similar questions in various n...
Wek Mamosteyekî Hizra Perwerdehiyê ya Ehmedê Xanî
Wek Mamosteyekî Hizra Perwerdehiyê ya Ehmedê Xanî
Sedsalên 16em û 17em di dîroka edebiyata Kurdiya Kurmancî da weke du sedsalên zêrîn tên qebûlkirin. Ji bo edebiyata Kurdî ya Kurmancî xîmên bingeheke bihêz hatine danîn û tesîra vê...
Nirxandina Pirtûkê "Edebiyata Berxwedanê"
Nirxandina Pirtûkê "Edebiyata Berxwedanê"
Pirtûka Barbara Harlow a bi navê "Edebiyata Berxwedanê" (Resistance Literature) berhemeke bingehîn e di warê xebatên postkolonyal de ku di sala 1987an de hatiye weşandin. Ev pirtûk...
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Zanista Gel (folklor) qadeke zanistê ye ku çanda madî û manewî ya milletekî tesbît dike, berhev dike, disenifîne, dinirxîne û paşê ji bo xwenasîna wî milletî yan milletên din yên c...

