Javascript must be enabled to continue!
Aheng Di Helbestên M. Zahir Ertekin De
View through CrossRef
Di helbestê de aheng bi hin teknîkên rîtmê ve saz dibin. Ahenga derekî (kêş) û ahenga navekî (serwa, paşserwa, dubarekirin, cînas û ww.) karîgeriya helbestê xurttir dikin. Helbestên klasîk bi awayekî tund xwe bi van hêmanan ve girêdane lê helbestên nûjen ku di çarçoveya nûxwaziyê de kemilîne, xwe ji van qaliban rizgar kirine lê pê re jî ji hin hêmanên ahengê bêpar mane. Digel vê, helbesta serbest ahenga xwe bi teknîkên cuda bidest xistiye. Ahenga helbestê çawa ku karîgeriya helbestê xurttir dike û wê dixe bazineya estetîkê, şêwaza helbestvan jî diyar dike. M. Zahir Ertekin bi du pirtûkên xwe yên helbestê (Nêrgiza Lam û Elîfê, 2016 – Xeyalên Kehrebayî, 2020) ve nûnerekî helbesta kurmancî ya nûjen e. Me helbestên wî ji aliyê kêş, serwa, paşserwa û dubarekirinê ve li ber çavan raxist. Bi alîkariya Microsoft Word û Microsoft Excelê me rêjeya dengan, dubarekirina deng û peyvan tesbît kirin. Di helbestan de kêşa ‘erûzê ya tekûz nayê dîtin, ji nav 119 helbestan 12 helbest bi kêşa xwemalî ne, helbestên din jî an bi kêşa kêm a ‘erûzê an jî bi awayê serbest in. Bikaranîna serwa û paşserwayê qels e. Di dubarekirina deng û peyvan de hin deng û peyv bêtir derdikevin pêş. Ev rewş di herdu pirtûkan de jî bi heman awayî ye.
Title: Aheng Di Helbestên M. Zahir Ertekin De
Description:
Di helbestê de aheng bi hin teknîkên rîtmê ve saz dibin.
Ahenga derekî (kêş) û ahenga navekî (serwa, paşserwa, dubarekirin, cînas û ww.
) karîgeriya helbestê xurttir dikin.
Helbestên klasîk bi awayekî tund xwe bi van hêmanan ve girêdane lê helbestên nûjen ku di çarçoveya nûxwaziyê de kemilîne, xwe ji van qaliban rizgar kirine lê pê re jî ji hin hêmanên ahengê bêpar mane.
Digel vê, helbesta serbest ahenga xwe bi teknîkên cuda bidest xistiye.
Ahenga helbestê çawa ku karîgeriya helbestê xurttir dike û wê dixe bazineya estetîkê, şêwaza helbestvan jî diyar dike.
M.
Zahir Ertekin bi du pirtûkên xwe yên helbestê (Nêrgiza Lam û Elîfê, 2016 – Xeyalên Kehrebayî, 2020) ve nûnerekî helbesta kurmancî ya nûjen e.
Me helbestên wî ji aliyê kêş, serwa, paşserwa û dubarekirinê ve li ber çavan raxist.
Bi alîkariya Microsoft Word û Microsoft Excelê me rêjeya dengan, dubarekirina deng û peyvan tesbît kirin.
Di helbestan de kêşa ‘erûzê ya tekûz nayê dîtin, ji nav 119 helbestan 12 helbest bi kêşa xwemalî ne, helbestên din jî an bi kêşa kêm a ‘erûzê an jî bi awayê serbest in.
Bikaranîna serwa û paşserwayê qels e.
Di dubarekirina deng û peyvan de hin deng û peyv bêtir derdikevin pêş.
Ev rewş di herdu pirtûkan de jî bi heman awayî ye.
Related Results
Was Halabja a turning point for the poet Buland al-Haydari?
Was Halabja a turning point for the poet Buland al-Haydari?
This article examines the writings of the emigré Iraqi-Kurdish poet Buland al-Haydari (1926-1996) and thus explores components of his identity as reflected in themes and motifs of ...
Kürtçe Siyer Yazıcılığı, M. Zahir Ertekin, Siyer Akademi, İstanbul 2022, 160 rûpel, ISBN 9786258015874
Kürtçe Siyer Yazıcılığı, M. Zahir Ertekin, Siyer Akademi, İstanbul 2022, 160 rûpel, ISBN 9786258015874
Ev kitêb berhemên jiyana Hz. Pêxember dike mijar ên bi kurdî hatine nivîsandin. Nivîskarê berhemê M. Zahir Ertekin e û berhem di sala 2022yan de, li bajarê Wanê, ji weşanên Peywend...
IMPLEMENTASI APLIKASI ZAHIR UNTUK MENENTUKAN ANALISA RASIO KEUANGAN
IMPLEMENTASI APLIKASI ZAHIR UNTUK MENENTUKAN ANALISA RASIO KEUANGAN
Zahir as one of the accounting software that has the ability in terms of processing financial data, starting from the process of selling goods, purchasing goods, setting up invento...
PRESERVATION AND DEVELOPMENT OF THE ZAHIR MOSQUE AS A TOURISM HERITAGE SITE
PRESERVATION AND DEVELOPMENT OF THE ZAHIR MOSQUE AS A TOURISM HERITAGE SITE
This study examines the preservation and development of the Zahir Mosque in Alor Setar, Kedah, as a cultural and religious heritage tourism destination. The novelty of this study l...
Strategi Komunikasi Pemasaran Butanoya melalui Media Sosial Instagram
Strategi Komunikasi Pemasaran Butanoya melalui Media Sosial Instagram
This study examines the use of Instagram social media for marketing communication and consumer trust-building for Butanoya Indonesia. The theory of marketing communication with kin...
Komunikasi Data Bisnis dan Keuangan Berbasis CBIS Menggunakan Zahir Accounting
Komunikasi Data Bisnis dan Keuangan Berbasis CBIS Menggunakan Zahir Accounting
Abstract—In the middle of the competition the business world that is increasingly tight, companies are expected to improve the quality of not only the quality of the goods or ser...
Financial Accounting Data Processing at El Amir Baby Shop Using Zahir Accounting Version 6.0
Financial Accounting Data Processing at El Amir Baby Shop Using Zahir Accounting Version 6.0
Pesatnya perkembangan teknologi informasi mempengaruhi kegiatan perusahaan untuk mengelola data akuntansi, Semakin maju teknologi informasi, semakin besar dampaknya terhadap akunta...
Implementasi Data Keuangan Menggunakan Zahir Pada PT. Anugerah Raya Kencana
Implementasi Data Keuangan Menggunakan Zahir Pada PT. Anugerah Raya Kencana
Era perkembangan teknologi sekarang melaju dengan sangat pesat, masih banyak perusahaan yang mengolah data keuangan secara manual, sehingga memudahkan dalam pemalsuan data, selain ...

