Search engine for discovering works of Art, research articles, and books related to Art and Culture
ShareThis
Javascript must be enabled to continue!

GUHERBARIYA ÇANDA DEVKÎ, XWEDÎTÎ Û EKOLOJIYA NERÎTÊ: JIYAN Û KILAMÊN EVDÊ ŞERÊ Û HESEN NAZÎ

View through CrossRef
Ev xebat ku dide pey mîrasa Evdê Şerê (1870–1961) û Hesen Nazî (1889–1989), du birayên şair (dengbêj û destanbêj) ên ji bajarê Efrînê, dixwaze rola wan a di nav edebiyata kurdî ya devkî û veguhestina çandî de nîqaş bike. Bi vê meqsedê, jiyan, berhemên hunerî, repertuar û bandora wan a li ser şaîrên peyrewên wan, di çarçoveya girêdanên nav-malbatî yên xurt û pratîkên hînkirinê yên şagirtîtiyê de vedikole. Herdu birayên sazbend û şair, ne ku tenê destanên kurdî bi tembûrê îcra kirin, lê herwiha afirînerî û hostatiya xwe jî nîşan didan bi wan kilamên ku bi xwe çêdikirin. Di vê xebatê de nezelaliya xwedîtiya kilameke herdu şairan tê nîqaşkirin û hin kilamên aidî wan jî tên destnîşankirin. Kilama “Xarzî Mihemed”, berhema hevpar a herdu şairan ku di gewher de li ser mirina xwarziyê wan hatiye çêkirin ji dengê Hesen Nazî hate bernivîsandin û bi awayekî berawirdî ligel varyantên di serdemên cuda de hate nîqaşkirin. Di varyantên kilamê de ku ji sala 1938an û vir de derketine holê, rengvedana tevgera Murîdan û veguherînên referansên erênî yên li ser Mustafa Kemal (Atatürk) çawa cih hêlaye bo Leyla Qasimê ku kesayetiyeke sembolîk a tevgera siyasî ya kurd e li Iraqê, wekî ji nû ve bicihkirinên îdeolojîk ên li gorî hestiyariyên siyasî û serdemî yên guhdaran rûdidin, di çarçoveya têgeha ekolojiya nerîtê ya Honko de hate vekolandin. Di dawiyê de, ev xebat herdu şairan di çarçoveya wan a çandî de wekî aktorên afirîner bi cih dike û bi rêya hevpeyvînên derbarê pratîkên wan ên hunerî, muzîkî û repertuarê de, herwiha qeydên cihêreng ên dîjîtal, perspektîfeke biyografîk pêşkêş dike.
e-Sarkiyat Ilmi Arastirmalari Dergisi
Title: GUHERBARIYA ÇANDA DEVKÎ, XWEDÎTÎ Û EKOLOJIYA NERÎTÊ: JIYAN Û KILAMÊN EVDÊ ŞERÊ Û HESEN NAZÎ
Description:
Ev xebat ku dide pey mîrasa Evdê Şerê (1870–1961) û Hesen Nazî (1889–1989), du birayên şair (dengbêj û destanbêj) ên ji bajarê Efrînê, dixwaze rola wan a di nav edebiyata kurdî ya devkî û veguhestina çandî de nîqaş bike.
Bi vê meqsedê, jiyan, berhemên hunerî, repertuar û bandora wan a li ser şaîrên peyrewên wan, di çarçoveya girêdanên nav-malbatî yên xurt û pratîkên hînkirinê yên şagirtîtiyê de vedikole.
Herdu birayên sazbend û şair, ne ku tenê destanên kurdî bi tembûrê îcra kirin, lê herwiha afirînerî û hostatiya xwe jî nîşan didan bi wan kilamên ku bi xwe çêdikirin.
Di vê xebatê de nezelaliya xwedîtiya kilameke herdu şairan tê nîqaşkirin û hin kilamên aidî wan jî tên destnîşankirin.
Kilama “Xarzî Mihemed”, berhema hevpar a herdu şairan ku di gewher de li ser mirina xwarziyê wan hatiye çêkirin ji dengê Hesen Nazî hate bernivîsandin û bi awayekî berawirdî ligel varyantên di serdemên cuda de hate nîqaşkirin.
Di varyantên kilamê de ku ji sala 1938an û vir de derketine holê, rengvedana tevgera Murîdan û veguherînên referansên erênî yên li ser Mustafa Kemal (Atatürk) çawa cih hêlaye bo Leyla Qasimê ku kesayetiyeke sembolîk a tevgera siyasî ya kurd e li Iraqê, wekî ji nû ve bicihkirinên îdeolojîk ên li gorî hestiyariyên siyasî û serdemî yên guhdaran rûdidin, di çarçoveya têgeha ekolojiya nerîtê ya Honko de hate vekolandin.
Di dawiyê de, ev xebat herdu şairan di çarçoveya wan a çandî de wekî aktorên afirîner bi cih dike û bi rêya hevpeyvînên derbarê pratîkên wan ên hunerî, muzîkî û repertuarê de, herwiha qeydên cihêreng ên dîjîtal, perspektîfeke biyografîk pêşkêş dike.

Related Results

Di Navbera Nerît û Teknolojiyê da: Jiyan û Hunera Aşiq û Sazbend Elî Dore
Di Navbera Nerît û Teknolojiyê da: Jiyan û Hunera Aşiq û Sazbend Elî Dore
Kurte Çanda devkî, bîra hevpar a civakê ye û ev bîra civakî di merhaleyên dirêj da ava dibe û bi saya serê îcrakarên devkî tê parastin. Bi taybetî di nav wan civakên ku çanda wan...
Mecîdê Hemgulî: Jiyan, Dengbêjî û Bernivîsandina Destana Mihemed Emîn (Leyla û Mecrûn)
Mecîdê Hemgulî: Jiyan, Dengbêjî û Bernivîsandina Destana Mihemed Emîn (Leyla û Mecrûn)
Dengbêj Mecîdê Hemgulî li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) navdar e. Di nav çanda dengbêjiyê da, li cem dengbêjên hoste yên wekî Evdê Şerê û Hesen Nazî ku li herêma Çiyayê Kurmênc na...
Warszawska konspiracja więzienna 1939-1944 (udział polskiego personelu)
Warszawska konspiracja więzienna 1939-1944 (udział polskiego personelu)
Taken over by the Nazi in September 1939, Polish prisons became not only the gallows of many thousands of Poles but also the site of heroic struggle against the invaders ‒ a strugg...
Antisemitism, Christian Ambivalence, and the Holocaust
Antisemitism, Christian Ambivalence, and the Holocaust
The twelve essays comprising this volume originated with a two-week workshop sponsored by the Center for Advanced Historical Studies at the United States Holocaust Memorial Museum ...
Karwan, Eşîr û Bazinbelek: Nêrînek li Varyantên Filîtê Quto
Karwan, Eşîr û Bazinbelek: Nêrînek li Varyantên Filîtê Quto
Kilama dirêj a bi navê Filîtê Quto tê nasîn, yek ji wan vegêrana ye ku di nava kurdan da gelek berbelav e û ji aliyê gelek dengbêjên ji herêmên cuda ve tête gotin. Ev vegêran xwe d...
Nazi İdeolojik Söyleminde Folklora Yapılan Göndermeler: Siegfried Miti
Nazi İdeolojik Söyleminde Folklora Yapılan Göndermeler: Siegfried Miti
Nazi Dönemi (1933-1945), kitlesel propaganda ve kitlesel yönlendirme faaliyetleri bakımından çeşitlilik göstermektedir. Söz konusu faaliyetlerin ideolojik arka planı önemli ölçüde,...
Erken çocukluk döneminde ailelerin evde ücretli bakım hizmetlerine yönelik talepleri
Erken çocukluk döneminde ailelerin evde ücretli bakım hizmetlerine yönelik talepleri
Bu araştırmada, ailelerin erken çocukluk eğitimi ve bakımı (EÇBE) döneminde evde ücretli bakım hizmetlerine yönelik talepleri üzerinde belirleyici olan nedenler ve bu süreçte karşı...

Back to Top