Javascript must be enabled to continue!
JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
View through CrossRef
Zanista Gel (folklor) qadeke zanistê ye ku çanda madî û manewî ya milletekî tesbît dike, berhev dike, disenifîne, dinirxîne û paşê ji bo xwenasîna wî milletî yan milletên din yên cîhanê van agahiyan pêşkêş dike. Mîna hemû zanistên modern dema zanyarên folklorê vî karî dikin hewcedarî bi dabeşkarî û nasîna cureyan dibînin. Çimkî bi demê ra jîyana gel yan jî folklor weku yekûneke yekpare namîne û gelek şax û binşaxan vedide. Bêguman yek ji van şaxên sereke yên folklorê jî edebiyata gelî ye. Herwiha di nav edebîyata gelî da jî gelek binşax hene. Di vê xebatê da me jî di nav van binşaxên edebîyata gelî da vegêrana gelî û pê ra jî peywendîdar cureyê destanê hilbijart û li ser xebitîn. Amanca vê xebata me destnîşankirina çemka “destan”ê weku çemkeke sîwan e ji bo vegêranên epîk ên Kurdî. Çimkî weku lîteratur tevlihevîyeke eyan heye di nav xebatên kurdî da û herwiha pirnavîyeke berbelav. Di vê xebatê da me vegêranên epîk ên Kurdî ji hêla binyata rêzerûdanê ve nirxandin û li ser wê esasê senifandineke destanên Kurdî pêşkêş kir. Dema me ev xebat kir, digel pêşnîyazên xwe, me berê xwe da nîqaş û bikaranînên vê çemkê û gelek çemkên din yên ji bo vî cureyî di nav xebatên folklorê yên Kurdî da.
e-Sarkiyat Ilmi Arastirmalari Dergisi
Title: JI MÎTOLOJÎYÊ BER BI TARÎXÊ Û JI LEHENGÎYÊ BER BI EVÎNÊ DESTAN WEKU ÇEMKEKE SÎWAN DI VEGÊRANA GELÎ DA
Description:
Zanista Gel (folklor) qadeke zanistê ye ku çanda madî û manewî ya milletekî tesbît dike, berhev dike, disenifîne, dinirxîne û paşê ji bo xwenasîna wî milletî yan milletên din yên cîhanê van agahiyan pêşkêş dike.
Mîna hemû zanistên modern dema zanyarên folklorê vî karî dikin hewcedarî bi dabeşkarî û nasîna cureyan dibînin.
Çimkî bi demê ra jîyana gel yan jî folklor weku yekûneke yekpare namîne û gelek şax û binşaxan vedide.
Bêguman yek ji van şaxên sereke yên folklorê jî edebiyata gelî ye.
Herwiha di nav edebîyata gelî da jî gelek binşax hene.
Di vê xebatê da me jî di nav van binşaxên edebîyata gelî da vegêrana gelî û pê ra jî peywendîdar cureyê destanê hilbijart û li ser xebitîn.
Amanca vê xebata me destnîşankirina çemka “destan”ê weku çemkeke sîwan e ji bo vegêranên epîk ên Kurdî.
Çimkî weku lîteratur tevlihevîyeke eyan heye di nav xebatên kurdî da û herwiha pirnavîyeke berbelav.
Di vê xebatê da me vegêranên epîk ên Kurdî ji hêla binyata rêzerûdanê ve nirxandin û li ser wê esasê senifandineke destanên Kurdî pêşkêş kir.
Dema me ev xebat kir, digel pêşnîyazên xwe, me berê xwe da nîqaş û bikaranînên vê çemkê û gelek çemkên din yên ji bo vî cureyî di nav xebatên folklorê yên Kurdî da.
Related Results
Acceptability and Chemical Evaluation of ‘Labdae’: A Traditional Ber-Preserve from Underutilized Ber (Ziziphus sp.)
Acceptability and Chemical Evaluation of ‘Labdae’: A Traditional Ber-Preserve from Underutilized Ber (Ziziphus sp.)
Ber (Ziziphus sp.) is a nutritionally rich fruit especially with respect to minerals and vitamins viz., phosphorous, calcium, iron and vitamins A, B and C. However, due to its smal...
Evîn û Leheng: Wuslat û Fîraqa Lehengî di Şahnameyên Kurdî de
Evîn û Leheng: Wuslat û Fîraqa Lehengî di Şahnameyên Kurdî de
Bê şik yek ji hestên însanî yên herî giring hesta “hezkirin” û “evîndarbûn”ê ye. Ev hesta evînê bi du têgehên bingehîn watedar dibe: Wuslat û Fîraq. Kesê evîndar dema ku evîndar di...
Milman Parry ve Albert Lord’un Güney Slav Destanlarını Derleme Çalışmaları ve Milman Parry Koleksiyonu
Milman Parry ve Albert Lord’un Güney Slav Destanlarını Derleme Çalışmaları ve Milman Parry Koleksiyonu
Avrupa’da 19. yüzyıldan itibaren yükselen romantik milliyetçilik düşüncesi ile yeni uluslar yaratma sürecinde halk ve halka ait olan her türlü geleneksel bilgi Avrupalı araştırmacı...
Karwan, Eşîr û Bazinbelek: Nêrînek li Varyantên Filîtê Quto
Karwan, Eşîr û Bazinbelek: Nêrînek li Varyantên Filîtê Quto
Kilama dirêj a bi navê Filîtê Quto tê nasîn, yek ji wan vegêrana ye ku di nava kurdan da gelek berbelav e û ji aliyê gelek dengbêjên ji herêmên cuda ve tête gotin. Ev vegêran xwe d...
Performance Evaluation of MRMED Algorithm by Monitoring BER
Performance Evaluation of MRMED Algorithm by Monitoring BER
In this research work, we have developed a communication system (transmitter / receiver) to control peak to average power (PAPR) with small bit error rate (BER) for a 4G system ca...
Machine learning algorithms for 5G optical networks
Machine learning algorithms for 5G optical networks
(English) Throughout this thesis we addressed 5G network challenges. The non-coherent optical modulation
tradeoff has been addressed, as we proposed FBMC and artificial intelligen...
‘Abbas Hilmi II and the Anatomy of a Siwan Murder
‘Abbas Hilmi II and the Anatomy of a Siwan Murder
This chapter advances the book’s argument about territoriality by examining the layers of contested sovereignty in Siwa after the Khedive ‘Abbas Hilmi’s historic visit to the oasis...
NİRXANDİN Û ANALÎZA BERHEMÊN XEBATA KELEPORÎ YA EUGEN PRYM Û ALBERT SOCİNÎ
NİRXANDİN Û ANALÎZA BERHEMÊN XEBATA KELEPORÎ YA EUGEN PRYM Û ALBERT SOCİNÎ
Li gor agahîyên li ber destan, ji serê nîveka duyem ya sedsala XIXem heta dawîya nîveka yekem ya sedsala XXem gelek xebatên berhevkarî yên zargotina kurdî ji alîyê vekoler û gerokê...

